18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 19 Mijdar 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Ji serê ser da di navbera me û Amerîkayê da ji bo li Minbicê hebûna PYDyê tunebe û vekişe rojhilatê Feratê lihevkirinek heye. Di her hevdîtina bi me ra dibêjin em li ser lihevkirinê ne û çi hewce dike em ê bikin. Em dixwazin ev bi cî were. Divê vekişin, bi her awayî divê vekişin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Mizgefta Arslanhaneyê ya Enqereyê nimêja înê kir û piştî nimêjê pirsên rojnamevana bersivand.
Serokwezîr Yildirim der barê pêşnûmaya ku di Zagona Muhakemeya Cezayê û hin qanûnan da guherandinan dike da jî wiha dewam kir: "Di kampanyayên hilbijartinê da ev mesele dihat ber CHP, MHP û AK Partiyê û hemûyan jî ji bo çareserkirinê soz dida. Di çareserkirina vê mexdûrbûnê da CHP dîsa wekî her gav îstimar dike û her tişt li holê ye. Ev efûkirina tecawizê nîne, ji bo tecawizê cezayê herî giran AK Partiyê anî.
Bûyer wiha ye, kesên ku emrê wan têra nakin û zû dizewicin hene. Ev qanûnan nizanin. Ji ber vê yekê zarokên wan çêdibin, bavê wan dikevin girtigehê, zarok bi dayika xwe ra dimînin tenê. Niha bi vî awayî 3 hezar malbat hene. Ev xebat ji bo carekê ev mexduriyet ji holê rabe tê kirin."
Serokwezîr Yildirim ji bo civîna Lijneya Kordinasyona Aboriyê got: "Di saet 16.00an da bi yekeyên eleqedar ra bikin. Piştî hilbijartina li Amerîkayê di aboriya dinyayê da hin guherîn çêbûn. Guherîna ku taybetî bi biyahê dowîzê dest pê kir em dizanin ku dewam dike. Em ê zêdebûna bihayê dolarê û ya dowîzên din binirxînin. Bira dilê welatiyên me rihet be, bingeha aboruya Tirkiyeyê saxlem e. Tirseke ji aboriya Tirkiyeyê tune."