26 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Pireya Yavuz Sultan Selîm a ku "pireya herî fireh a dinyayê" ye û li Geliyê Stenbolê hatiye çêkirin, bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Serokwezîr Bînalî Yildirim û gelek serokên ji dinyayê hat vekirin.
- Asya û Ewropa cara sêyemîn wê bigihêjin hev
Pireya ku di çarçoveya Projeya Rêbejê ya Bakurê Marmarayê da hat çêkirin wê cara sêyemîn Asya û Ewropayê bigihîne hev. Pireya Yavuz Sultan Selîm a ku "pireya herî fireh a dinyayê" ye û li Geliyê Stenbolê hatiye çêkirin li ser Odayerî-Paşakoya ku 148 kîlomêtro ye cî digire û li ser pireyê tevî şerîda trênê 10 şerîd hene.
Pire bi rêya hesin jî li dinyayê nû ye. Firehiya pireyê 59 mêtro û bilindahiya quleyan 322 mêtro ye. Pire bi tevhî 2 hezar û 164 mêtro dirêj e.
Maliyeta pireyê 3 milyar dolar e û wê sektora taybet pireyê bide xebatê.
Bihayê derbasbûnê ji bo tirimbêlan 9 lire û 90 quriş e
Bihayê ji ser pireyê derbasbûnê ji aliyê Ewropayê ber bi aliyê Asyayê va ji bo tirimbêlan 9 lîre û 90 quriş hat kifşkirin ji bo wesayîtên xwedî tonaja giran û navbera aksê va jî wê ji 13,20 lireyî dest pê bike. Ji wesayîtên dema ji Asyayê derbasî Ewropayê bibin wê pere neyê stendin. Bihayê rêyên derdikevin pireyî jî ji bo kîlometreyekê wê 8 sent (24 quriş) be. Ev biha heta 2yê çileya paşîn a 2017an wê derbas bibin.
Ji ser Pireya Yavuz Siltan Selîm ji bilî OGS û HGSyê ji bo welatî derbasbûna ji ser pireyê ji xwe ra bikin kurm wê cihên bi dayîna pere va derbasbûn mimkun e jî wê hebe. Lê piştî demekê bi dayîna pere va derbasbûn wê bê rakirin û ji niha pê va wesayîtên giran ji ser Pireya Yavuz Siltan Selîm derbas bibin.
Li aliyê Ewropayê ji texma Odeyeriyê bigire heta gîşeyên Mahmûtbeyê hemû rêyên derdikevin ser rêya pireyê hatin temamkirin. Ji aliyê Anadoluyê jî wesayît ji texma Rîva, Çamlik, Paşakoy û Kurtkoyê bikaribin xwe bigihînin ser rêya pireyê.