08 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Di nav da Omer Farûk Kavurmaci jî ji 22 karsazên di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hatin binçavkirin jê 11 kes bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin.
22 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Îsmaîl Ûçarê Serdozgerê Biroya Sûcên Organîze û Terorê yê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê va dihat birêvabirin da hatin binçavkirin piştî kar û barên li dozgeriyê bi teleba girtinê sewqî dadgeriya nobedar kirin. Hat ragihandin ku di nav da Omer Farûk Kavûrmaci û Nejat Gullu jî jêpirsîna 22 gumanbaran qediya.
Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar, di nav da Omer Farûk Kavûrmaci jî der barê 11 gumanbaran da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" biryara girtinê da.
Her wiha dadgeriyê di nav da Nejat Gullu jî der barê 11 gumanbaran da di çarçoveya hikmên kontrola edlî biryara serbestberdanê da.