15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
MUGLA
Lîstikvanê sînema û şanoyê Bariş Atay (36) li Ortacaya navçeya Muglayê hat binçavkirin.
Atay ji ber ku der barê lêpirsînekê de neçûye îfadedayînê li taxa Dalyanê ji hêla cendirmeyan va li otela lê dima hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku piştî kar û barên wî yên li ewlehiyê ewê sewqî dadgehê bibe.
Atay di 22yê mijdara 2013an de ji ber lêpirsîna "Redhack"ê hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan serbest hatibû berdan.