20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
İZMİR
Li Îzmirê endamê PKKya rêxistina terorê yê ku di amadehiya êrîşê da bû bi 10 kîlo teqemeniya C4, 2 keleşkof û 8 bombeyên desta va hat girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê îstixbarat hildan ku endamekî rêxistina terorê ji bo çalakiyê hatiye bajêr û li ser vê xebat dan destpêkirin.
Ekîban piştî teqîbatê operasyon birin ser mala li texma Hatayê, Kendal D.yê ku tê gotin ji kadroyên çiyê yê PKKya rêxistina terorê ye hat binçavkirin.
Di malê da 10 kîlo C4, 2 keleşkof û 8 bombeyên desta hatin girtin.
Şikbarê ku hat binçavkirin ji bo jêpirsînê birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê.