29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di lêgerînekê da li malekê 3 kilo û 778 gram eroîn hat girtin.
Ekîbên Şaxa Narkotîk a Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê îstixbaratek standin ku qederek hişbir ji dervayê welat anîn û dê ji ser Wanê derbasî bajarên rojava bikin. Piştî vê îstixbaratê ekîban li taxa Bahçivan a navçeya Îpekyoluyê di malekê da lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê da 3 kilo û 778 gram eroîn hat girtin. Der heqê bûyerê da S.O û G.O. hatin binçavkirin.
Herwiha ekîban li taxa Erdemkenta navçeya Edremîdê wesayîtek rawestandin û di hundirê wesayîtê da lêgerîn pêk anîn. Di encamê da kilogramek hişbira sentetîk hatin girtin. Ajovan M.T. hat binçavkirin.