Önder Beyter
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ANKARA
Di kordîneya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê (MGE) û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da li tevahiya Tirkiyeyê bi beşdariya zêdetirî 28 hezarî polês û cendirmeyan va ji bo bidestxistina motosîkletên diziyê û herwiha desteserkirina qaçaxên qanûnê, sepana "Bayê Bezê 3" hat lidarxistin.
Li gorî agahiya li ser malpera MGEyê, di kordîneya Serokatiya Daîreya Asayîşê ya MGEyê, Serokatiya Daîreya Sepan û Çavdêriya Trafîqê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da ji bo bidestxistina motosîkletên bêruxsat, bêplaqe û diziyê û herwiha desteserkirina qaçaxên qanûnê, sepan hat lidarxistin.
28 hezar û 265 personelê polês û cendirme yên di 7 hezar û 835 ekîban da beşdarî sepana ku duh li seranserê welat bi şêweyekî hevdem li 4 hezar û 858 noqteyî hat lidarxistin, bûn.
Di encama sepanê da 56 hezar û 852 motosîklet hatin kontrolkirin, 3 hezar û 249 jê ku bêplaqe û bêruxsat in, ji trafîqê hatin qewitandin. Herwiha 295 motosîkletên diziyê û yên ku lê digerin hatin bidestxistin û 415 kes jî hatin girtin.
Di çarçoveya xebatan da ji bo 5 hezar û 783 motosîkletan 5 milyon û 224 hezar û 632 lire, ji bo 410 kesî jî 362 hezar û 709 lire cezayê pere yê îdarî hat birîn û der heqê 149 kesî da jî miemeleya edlî hat kirin.
Ji xeynî vê di sepanê da demançeyek, 16 gule, 4 tifingên nêçîrê û 44 gram esrar hatin bidestxistin.