15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku li Qendîla bakurê Iraqê di 8ê hezîranê de operasyonek asmanî hat kirin û di vê operasyonê de 19 terorîst hatin kuştin.
Li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê der barê bûyerên giring ên navxweyî de agahî hat dayîn.
Li gor agahiyê li Qendîla bakurê Iraqê di 8ê hezîranê de operasyonek asmanî hat kirin û 19 terorîst hatin kuştin.
Ji herêma Turkmendagiyê ya ku di destê DAEŞê de ye îro 2 top ketin qada Qereqola Hidûdê ya Pulluyaziyê ya Hatayê. Li ser vê ji Tirkiyeyê 4 top avêtin aliyê Sûriyeyê.
Li Bismila navçeya Diyarbekirê jî di malekî de teqemeniyeke bi destan hatiye çêkirin hat dîtin. Li ser vê kesek ji ber sûcê "alîkarî û piştevaniya" rêxistinê hat binçavkirin.
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê jî terorîstek hat girtin.