24 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
ERZÎNCAN
Li Uzumluya navçeya Erzinganê di otobêsekê de ji Efxanistan û Pakistanê 123 qaçax hatin girtin.
Serdar E. (38) yê şofêrê otobêseke rewiyan a ku plaqeya wê 17 RS 517 bû dema li ser rêya Erzingan û Erziromê otobês diajot dît ku cendirme kontrolê dikin.
Şofêrê otobêsê Serdar E. vegeriya ber bi taxa Çermikê va çû û piştî demekê otobês terk kir û reviya.
Cendirme dema ku gihîştin otobêsê dîtin ku di otobêsa 45 kesî de jê 2 zarok û yek jin bi tevahî 123 qaçaxên ji Efxanistan û Pakistanê hene.
Cendirmeyan penaber birin Salona Sporê ya Uzumluyê ku kontrola wan a tenduristiyê bê kirin.
Hat ragihandin ku qaçax ji Bazîda navçeya Agiriyê hatine û armanca wan ewe ku ew herin Stenbolê.
Şofêr Serdar E.yê di nav dar û daristanê de xweveşartibû ji hêla cendirmeyan va hat girtin û sewqî dadgehê hat kirin.