Haydar Şahin
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
ANKARA
Li Golbaşiya navçeya Enqereyê ekîban di otobêsekê da nasnameya rêwiyan kontrol kirin, li ser şikê kesek ji otobêsê peya kirin, kesê şikbar gule agir kir û polêsek şehîd kir.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên polêsan otobêsa bi pîlaqeya 56 AP 616an ku sefera Sêrt-Stenbolê dikir li ciyê kontrolê yê li ber rêya Golbaşiyê dan sekinandin.
Dema ku nasnameya rêwiyan dihat kontrolkirin polês ji jin û mêrekê ku li koltixên 39-40î rûdiniştin ketin şikê. Li ser vê polêsên sivîl ji şikbarê mêr xwestin ku bira çenteyê xwe yê desta hilde û ji wesayîtê peya bibe.
Şikbarê ku ji otobêsê peya bû sîlaha li ser xwe derxist û agir kir û bir bi wî aliyê rê revî. Di vê demê da gule li polêsekê ku nasnameya wî he nehatiye tesbîtkirin ket û polês giran birîndar bû.
Polêsê birîndar bi wesayîteke ku ji wê derê ra derbas dibû va rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê. Ligel hemû midaxeleyan polêsê birîndar li nexweşxaneyê şehîd ket.
Servet Yilmazê Midûrê Ewlekariya Enqereyê hat li nexweşxaneyê û dewsa bûyerê ji rayedaran agahî sitand.
Ji bo derdestkirina şikbarê ku revî nav daristanê operasyon dan destpêkirin.
Piştî bûyerê gelek ekîbên polêsên tevgera taybet sewqî herêmê kirin.
Operasyona ji bo derdestkirina şikbar dan destpêkirin hê dewam dike.