12 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Onder Tosunê ku berpirsyarê Kilînîka Servîsa Welidînê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ye diyar kir ku rêjeya sezeryana prîmerê da bi sedî 9,6an bûn yekemînê Tirkiyeyê û ew kêmbûn serkeftina hemû bijîşkên welidandinê ye.
Servîsa Welidînê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê bi saya kêmbûna rêjeya sezeryana prîmerê bû yekemînê Tirkiyeyê û pisporên welidînê yên li nexweşxaneyê bi saya vê serkeftinê kêfxweş in.
Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl ji bo ku dayik zarokên xwe bi rêya tebiî bînin dinyayê hewl didin û xebata dikin û bi saya wan xebatan jî serkeftineke girîng bi dest xistin. Enstîtuya Tenduristiya Dayik, Pitik û Balixan a Tirkiyeyê "Komxebata hûrlênêrîna Mûltîdisîplînên Tercîha Awayên Welidînê" li dar xist û xelata yekemînbûnê dan Kilînîka Servîsa Welidînê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.
Onder Tosunê ku berpirsyarê Kilînîka Servîsa Welidînê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê jî destnîşan kir ku ji ber hildana vê xelatê gelekî kêfxweş in.