Sevim Hatun
03 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2016
ANKARA
Hêzên Esmanî yên Turk, herekata esmanî bir ser çoltera Kagizmana Qersê û Beytulşebaba Şirnexê. Di çarçoveya herekatê da, mewziyên çek, hedefên dînamîk û şikeftên rêxistina terorê ya cihêxwaz hatin îmhakirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê, îro derdora saet 14.36an da herekata esmanî birin ser çoltera Kagizmanê, du şikeft û mewziyekê çeka hat îmhakirin.
Saet derdora 15.06an da herekata esmanî birin ser çoltera Beytulşebabê. Di daxuyaniyê da hat îfadekirin ku hedefên dînamîk ên rêxistina terorê hatin îmhakirin. Herwiha balafirên şer ên ku wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anîn vegeriyan baregehên xwe.