16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
BITLÎS
Hat ragihandin ku di operasyona asîmanî ya dijî rêxistina terorê PKKyê ya li dewrûbera Tetwana navçeya Bitlîsê da 4 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku Fermandariya Cendirmeyan a Herêma Bitlîsê û Fermandariya Tugaya Komandoyan a 10emîn li başûrê gundê Anadere ya li ser Tetwanê li devera daristanê di navbera 11-15ê cotmehê da operasyona "Şehîdê Peyade Çawişê Pispor Osman Vurgun" û ya "Şehîd Cendirme Çawişê Pispor Adem Ozen" hatin lidarxistin.
Herwiha di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li daristana gundê Anadereyê di 11ê cotmehê saet 13.20î da dronên ku li deverê difirîn, germahiya laşê 4 kesan tespît kir û wiha hat gotin:
"Li ser vê, ji fermangehên baregehan alîkariya bilez a asîmanî hat xwestin û di saet 16.00ê da firokeyên cengê yên Hêzên Asîmanî li devera hedefê dane. Di çarçoveya operasyonên Fermandariya Cendirmeyan a Herêma Bitlîsê û Fermandariya Tugaya Komandoyan a 10emîn da, ku hêzên asîmanî jî piştgiriyê didinê, hêzeke têkûz li deverê bicih bûye û herêm hatiye îzolekirin. Herwisa li heman deverê Tîma Jinavbirina Madeya Teqemeniyê li herêmê teqemeniyeke çalkirî, îmha kirin."
- Çek û muhîmmat hatin bidestxistin
Li gor daxuyaniyê di çarçoveya operasyonê da 2 ziving û 2 sitargeh hatin tesbîtkirin û li eraziyê der û dorê lêgerîn hat kirin û çek, cebilxane, muhîmmat û alavên teqemeniyên destçêkirî, keleş, 2 demançe, 3 bombeyên destan, 4 muhîmmatên roketa RPG-7ê, 4 fîşengên sevkê yên RPG-7ê, 75 muhîmmatên M-16ê, 422 muhîmmatên keleşê, 20 muhîmmatên demaçê, 11 şarjorên keleşnîkofê, 2 şarjorên demaçê, yêlegê hicûmê, 2 cihên şarjoran, 2 makîneyên wêneyan, 2 panelên tavê, ampermetre, alavên jiyanê yên curbecur û dokumanên rêxistinî yên curbecur hatin bidestxistin û anîn halekî wisa ku êdî nema tên bikaranîn.
- Teqemeniyên destçêkirî hatin îmhakirin
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêma operasyonê di 14ê cotmehê da li erazî lêgerîn hat kirin û 4 teqemeniyên destçêkirî hatin tesbîtkirin. Ev teqemenî 10 mêtreyan carekê hatibûn danîn û bi solusyon û teqemeniyên plastîk va hatibûn çêkirin. Li cihekî din jî di tenekeyekê da 18 kîlo teqemenî hatibû çalkirin û kablo pê va kiribûn ku pê biteqînin. Ev teqemenî jî bi telîmata Dozgerê Komarê yê Tetwanê di 15ê cotmehê saet 10.00î da li cihê wan hatin teqandin.
- Cesedê 4 terorîstan hat dîtin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 15ê cotmehê saet 14.40an de li herêma operasyonê 2 jin û 2 mêr cesedê 4 terorîstan hat dîtin û daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Li heman herêmê tivingeke piyadeyan a M-1, kanas, 2 keleş, muhîmat û şarjor hatin dîtin. Ji bilî vê li gundê Anadereyê 5 şikbarên ku guh nedane qedexeya derketina derva jî hatin binçavkirin. Alavên hatin dîtin li ser fermana dozgerê Komarê hatin parastin û ji bo ku li ser lêkolîn bê kirin kar û barên edlî dest pê kir. Ji bo ewlehiya can û malê welatiyên herêmê bê parastin li giştiyê bajêr li hember terorîstan têkoşînê dewam bike."