16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Tu çi dikî bike wa ye helwesta Yekîtiya Ewropayê li holê ye... 54 sal derbas bû, 54 sal, hê jî ev bi me qerfê xwe dikin. Sozên xwe nagirin, 'sepana vîzeyê' naynin cih, der heqê penaberan da dibêjin 'emê evqas pere bidin' nadin. Emê bixwe navika xwe jêkin, çareyeke din tuneye."
Erdogan di merasîma "Abîdeya Şehîdan a 15ê Tîrmehê" ya li Beştepeyê da axivî û ji bo şehîdên 15ê Tîrmehê ku mezintirîn yek ji îxanetên dîroka Tirkiyeyê ye, ji Xwedê rehmet û herwiha ji bo xaziyan jî sihet û afiyet hêvî kir.
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand, "Emê tu wextî wan kesên ku bi zarê dijminên Tirkiyeyê, bi zarê Pensilvaniayê xeberdidin û wisa refê xwe diyar dikin, efû nekin. Milet, ji wan kesên ku xwe qeydî artêşa îxanetê ya fêlbazê serkirdeyê FETOyê kirin, wê teqez hesab pirske. Bawer bin ên ku berê lûleyan tûşî welat, milet, azadî û siberoja me kirin, wê bi tu awayî xweşiyê nebînin."
Erdogan bal kişand ku şehîd wê di dilê wan da bijîn û wiha dewam kir, "Herçiqas me bedena şehîdên xwe spartibe axê jî, lê ewê bixwe di dilê me da bijîn. Xaînên FETOyî jî wê li paş dîwarên hebsê birizin û herwisa wê her roj jinûva bimirin. Wê çi çaxî ew dîrokên ku ji ber xwe davêjin û hezeyanên ku didin dû, pêk neyê. Çi li hundir çi li derva ew kesên ku piştgirî dan FETOyê, wê zû dereng navê xwe li deftera reş a dîrokê binivîsînin û wenda bibin biçin."