30 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
BATMAN
Tîmên Şaredariya Batmanê piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da ku şaredar hatibû wezîfedarkirin dest bi xebatên asfalt, rê û peyarêyê kir.
Ertug Şevket Aksoyê Alîkarê Walî yê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da ligel 28 şaredarên ji bo Serokatiya Şaredariya Batmanê hat wezîfedarkirin daxuyand ku hetanî 15yê çiriya paşîn li bajêr tu rêyên bê asfalt namînîn, tîmên şaredariyê şev û roj dixebitin.
Aksoy got ku tîmên wan 8 taxan heman di demê da dest bi xebatan kirine û nêzî 100 hezar ton asfalt wê bê bikaranîn.