29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
ANKARA
Wezareta Çand û Tûrîzmê bi munasebeta salvegera sala 100emîn a Kût'ul Emareyê ji bo ku ew serfirazî neyê jibîrkirin gelek proje amade kirin. Di çarçoveya projeyê de wê pirtûk û xêzeroman bên çapkirin, pêşandan û sempozyûm bên lidarxistin, malpera înternetê wê bê amadekirin û şano bê lîstin.
Dewleta Osmanî di Şerê Dinyayê yê Yekemîn da ji bilî 'Serfiraziya Çanakkaleyê' serfiraziya xwe ya herî dawîn li Kût'ul Emareyê bi dest xist.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê ji rayedarên Wezareta Çand û Tûrîzmê hildan wezaret bi munasebeta salvegera sala 100emîn a Kût'ul Emareyê wê projeyên taybet amade bikin û têxin rewacê. Di vê çarçoveyê bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahîr Unal ve îro li Navenda Kongreyê ya Îstanbul Lutfî Kirdarê "Danîşana Dramatîk a Belgefîlma Kût'ul Emareyê" wê bê nîşandan.
- Bi şano, belgefîlm û xêzeromanê ve wê qal bê kirin
Serfiraziya ku li ber jibîrkirinê ye bi şanoyê ve wê li ser sehneyê bê pêşandan û di vê çarçoveyê de li Şanoyên Dewletê di heyama ku bê de wê lîstikek bê pêşandin. Ji bo serfiraziyê belgefîlîm wê bên amadekirin û ji bo ku ev serfiazî di nav ciwanan de jî belav bibe û neyê jibîrkirin jî wê xêzeroman bên amadekirin.
Bi ebata 70x100î ve wê nexşeyên Kût'ul Emareyê bên amadekirin, li ser nexşeyê eniyên şer, cihê ku yekîneyên eskeran lê ne û daxuyaniyên der heqê şer de wê hebin. Li kûjê nexşeyê jî beşeke ku qala serfiraziyê dike wê cih bigire. Ev nexşeyê di nav pakêtekê de ji cihên cuda re bên şandin.
Malpereke ku tê de qala serfiraziyê jî tê kirin û bi zimanê tirkî, îngilîzî û erebî weşanê bike jî wê îro bikeve rewacê.
Bîranînên Mehmet Emîn Beg a ku tê de qala Kût'ul Emareyê dike û orijînala wê di Arşîva Neteweyî ya Îngilîzan de ye di salvegera 100emîn a serfiraziyê de ji nû ve hat çapkirin.