Tirkiye

Kêfxweşiya tapoyê ya Suryaniyan

Serokê Weqfa Keşîşxaneya Deyrulumur Mor Gabrielê ya Suryaniyan a Mîdyadê Kuryakos Ergun ragihand ku tapoyên keşîşxane, dêr û goristana Suryaniyan dewrî weqfa wan kirine.

İbrahim Atmaca  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 28.05.2018
Kêfxweşiya tapoyê ya Suryaniyan

Mardin

MARDÎN

Serokê Weqfa Keşîşxaneya Deyrulumur Mor Gabrielê ya Suryaniyan a Mîdyadê Kuryakos Ergun ragihand ku tapiyên keşîşxane, dêr û goristana Suryaniyan dewrî weqfa wan kirine û diyar kir, ev verastkirina ku îxtilafa xwedîtiyê ya 50 mal û milkan çareser dike, pir girîng e.

Ergun daxuyanî da û got ku piştî ku Mêrdîn di 2014an bû bajarê mezin, pirsgirêk derketin û ji ber ku dêr, keşîşxane û goristan li ser gund qeydkirî bûn, dewrî Xezîneyê kirin.

Ergun bi bîr xist ku paşê ev der ji Serokatiya Karên Diyanetê ra hat texsîskirin û piştî îtirazên wan tapî dewrî Midûriya Giştî ya Weqfan kirin, paşê jî bi pesendkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va seba çareserkirina pirsgirêkê verastkirina qanûnî hat kirin, li Meclisê hat qebûlkirin û di 27ê adara 2018an da jî di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Ergun wiha got:

"Îro piştî kar û bar tapiyên keşîşxane, dêr û goristana Suryaniyan dewrî weqfa me kirin. Ev verastkirina ku îxtilafa xwedîtiyê ya 50 mal û milkan çareser dike, pir girîng e. Her çend seba eraziyan pirsgirêkên me dewam bikin jî bê guman ev verastkirina ku îxtilafa xwedîtiyê ya 50 mal û milkên weqfa me çareser dike, pir girîng e. Di çareserkirina pirsgirêka me da Serokomarê me di serî da em spasdarê helwesta dewleta me ne."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.