17 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
ESKÎŞEHIR
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, li pêşiya Walîtiya Eskîşehirê beşdarî merasîma vekirina bi komel bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokkomar Erdogan bibîr anî ku pêdivê roja 16ê nîsanê bibe roja tolhildana 15ê temûzê û got, "Di 15ê tîrmehê da kê bombe barand ser zarokên vî gelî? FETOyî û PKKyî. Niha ev çi dibêjin? 'Na'. Mixalefeta sereke çi dibêje? 'Na'. Hûn dibînin kî li cem kê ye? Ferqa wan ji hev tuneye."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da der barê qedexeya Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da wiha got: "Dîwana Edaletê ya YEyê laçikê qedexe dike. Em ji van bêzar bûn, bêzar. Kanê azadiya dîn hebû, azadiya baweriyê hebû. Heke tu dikarî de hela kîpayê jî qedexe bike. Evana durû ne durû."
Erdogan diyar kir ji vir pê da em jî seferan qedexe dikin û wiha dewam kir: "Deriyê me ji bo kesên antîdemokratîk, yên li dijî azadiya baweriyê ne, yên derî li wezîra me ya jin digirin û nahêlin derbasî konsolosxaneya ku wek axa me tê hesibandin bibe, girtiye. Yên sefera wezîrê me yê karên derva qedexe dike, bila li qisûrê mêze nekin, ji vir pê da em jî seferan qedexe dikin."
Serokomar Erdogan der barê guherandina destûra bingehîn da wiha got: "Ji bo ku guherîna qanûna bingehîn xirab nîşan bidin li vî alî dizvirin li ciwanên me heqaretê dikin, li aliyê din dizvirin heqaretê li parlementoyê dikin, li mixtaran dikin. Bi van jî nasekinin radibin mihacirên ji Sûriyeyê wek hedef nîşanî welatiyên me didin. Nijadperestên li Almanya, Holanda, Awistiryayê li dijî misliman û tirkan çi dikin ev jî dixebitin ku heman tiştî li vê derê bînin serê penaberên ji Sûriyeyê. Partiya ku rêberê wê faşîstên li Ewropayê be ew ê ancax xwe bigihîne dewra CHPya 1940î."
"Hesabpirsîna wê deynê sitûyê me ye"
Erdogan derbarê helwesta skandala Hollandayê wiha axivî, "Ev in ewên ku hiqûqa nêvnetweyî binpê dikin. Mirov nikare li wan ewle bibe. Dema ku welatiyên me çûn pêşwaziya Xuşka min Fatma Betul wan bi hesp û segên xwe bi polîsên çekdar ajotin ser wan, kuderê vî tiştî demokratî ye. Birayê min Huseyin Kurt li erdê dirêj kirin û kuçik berdan serê, çi ferqa wan ji gladyatorên Roma ya kevin heye? Ti ferqa wan tune. Piştî hilbijartina wan qediya vêca dibêjin, 'werin em ji cihê ku em mane em dewam kin'. Tiştê wiha nabin. Dibêjin 'werin em nan bixun, taştê bixun..' Hûn çiwas bê edeb in, hûn henekê xwe bi me dikin? Deynê sitûyê me ye emê hesabê vî tiştî bipirsin."