02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Qaymeqamê Bismilê û Cîgirê Şaredar Turgay Gulenç diyar kir, anîna xaza siruştî hildan nav bernameya veberhênanê.
Gulenç daxuyanî da û bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê di merasima vekirinên komî da got: "Em ê îsal xaza siruştî bidin navçeya Bismilê."
Gulenç diyar kir, nifûsa navçeyê 115 hezar e, 60 hezarê vê nifûsê li navendê dijî û wiha got: "Navçeya me ji gelek wilayetan mezintir e, bi hatina xaza siruştî va em ê zivistanê ji qirêjiya hewayê û xwegermkirina biha xelas bibin."
Gulenç destnîşan kir, ji bo ku xaza siruştî were Bismilê, gelê navçeyê timî daxwaz dikir, li ser van daxwazan wan wek Şaredariya Bismilê serî li Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî da.