Türkan Tosun
10 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serokê Kilûba Fenerbahçeyê Alî Koç got: "Chahechouhe û Dîrar ji ber kêmasiya disiplîn û performansê neketin kadroyê."
Alî Koç der barê Volkan Demîrel, Aatif Chahechouhe û Nabîl Dîrar ên ku li dervayî kadro mane û hin xebatkarên teknîkê yên êdî wê bi hev ra nexebitin ra daxuyanî da televîzyona FBTVyê.
Koç wiha axivî: "Chahechouhe û Dîrar ji ber kêmasiya disiplîn û performansê neketin kadroyê. Heke mirov gelempêrî biaxive tevgerên wan ne cidî ye, bêdisîplîn in, xemsar in. Di rojên me yên herî nexweş da jî ev herdu futbolîst bikêf û şahî ne. Revgerên ez dixwazim û hînî wan dikim, wisa tevnagerin."
- Hember min û cigirserokê me bêrêzî kir"
Koç bi hurgilî behsa performans, disîplîn û tevgerên wan û biryara tîmê kir.
Ji bo Demîrel Koç wiha got: "Volkan Demîrel bi ser Erwîn Koeman va hat. Hember min û cigirserokê me bêrêzî kir."