ANKARA
Hat ragihandin ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ji hêla Artêşa Tirkiyeyê va tê kirin de 2021 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê di çarçoveya operasyonê de êrîşên esmanî û bejayî yên li dijî endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê dewam dikin.
Ji destpêka operasyonê vir va hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin bû 2021.
- Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê gundên Efrînê Şêx Mihemedlî, Dudu, Sêmalkan, Walikle, Gawando ji terorîstan safî kirin.
Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li qadê radigihînin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li rojavayê bakurê Efrînê li bajarokê Rajo serê sibê dest bi operasyonê kirin û di encamê da gundên Şêx Mihemedlî, Dudu, Sêmalkan, Walikle, Gawando ji YPG/PKK-DEAŞê safî kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê ji destpêka operasyonê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKyê û DEAŞê da yek jê navenda bajarokekî, 80 gund, 6 gomên gundan û 20 çiyayên stratejîk û gir, baregeheke YPG/PKKyê bi tevahî 109 noqte ji rêxistinê xilas kirin.
-Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê gundên Efrînê Umranli, Meydan, Ekbez û Bendîrek ji terorîstan safî kirin.
Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li qadê radigihînin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li rojhilatê bakurê Efrînê li bajarokê Şeranê gundê Umranli, li rojavayê bakurê navçeyê li bajarokê Bilbilê jî gundên Meydan Ekbez û Bendîrek ji YPG/PKK-DEAŞê safî kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê ji destpêka operasyonê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKyê û DEAŞê da yek jê navenda bajarokekî, 84 gund, 6 gomên gundan û 20 çiyayên stratejîk û gir, baregeheke YPG/PKKyê bi tevahî 112 noqte ji rêxistinê xilas kirin.
Cih û warên stratejîk ên ku ji rêxistinê hatin xilaskirin ev in:
"Navenda bajaroka Bilbilê, gundên wê Meydan Ekbez, Bendîrek, Durakli, Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar, Şêxurzê û Omer Simo, Heyam, Sûraîn, Çarkanli, Akanli, Mîqdad û Elî Reco, Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê û Girê Kurdo û 2 gomên gundê Şêxurzê, li bajarokê Recoyê jî gundên Ebû Kebe, Hacilar, Dunbenlî, Çiyayê Eyn Batmanê, Hecikana Jor, Maskah, Hecikana Jêr, Obayê Derwêş, Hesen Kelkawî, Celeme, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana, Kirmizi, Şerbanli, Karê, Şedya, Qude, Şeyda Xerab Sûmaq, Hantalî, Qerebaba, Şêx Mihemedlî, Dudu, Sêmalkan, Walikle, Gawando û Girê 687emîn, Girê 915emîn, Girê 740emîn, Girê 1027emîn, li bajarokê Şêx Hedîd jî Gundê Ceqla Jorîn û Çeqla Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal, li bajaroka Cindirêsê gundên Hecî Îskender, Dêra Balutê, Hemam, Nisriye, Dukan, Eşkan, Arşalî, Mihemediye, Dêwê Jorîn, Dêwê Jêrîn, Merwane, Helkece, Bafler, Til Dilûr û 3 girên serdest, girên Mersîdes, Nisriye û Amara û Kilayê, goma Satûf, goma Kalkê, baregeha Beyada, li bajarokê Şeranê jî Çiyayê Birseyê, Girê Şirgayayê, Girê Nebû Hurî, gundên Umranli, Uwerkan, Serîncek, Qestel Cindo, Dîkmetaş, Îkîdam, Şeltah, Marsewa, Zeytînak, Arpawêran, Dêr Sawan û goma Cemiliye."
Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku di operasyona li dijî Efrînê tê kirin da duh eskerek şehîd bû
Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li Efrînê eskerek şehîd bû.
Li gor agahdarkirina Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li Efrînê di operasyonan da eskerek şehîd bû.
Di agahdarkirinê da wiha hat gotin:
"Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz ê ku di vê êrîşê de mir û em gelekî xemgîn kirin bike, serê malbata wî ya xemgîn, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide."