24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş got, "Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê bi awayê 'dizê zîrek' hewl dide ku reqamên operasyonên asîmanî yên li ser axa Sûriyeyê mîna reqamên binpêkirina sînoran nîşan bide, ev jî nîşaneya ecziyeta wan e."
Kurtulmuş di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku hêzên hevpeymanê û Tirkiye hemû çalakiyên Rûsyayê yên li ser axa Sûriyeyê dişopînin.
Kurtulmuş wiha diyar kir, "Reqamên ku me di civîna çapemeniyê da eşkere kirin, çavkaniya xwe ji qeydên hêzên hevpeymanê û daxuyaniyên Rûsyayê yên der heqê operasyonên li Sûriyeyê de digire" û wiha pê da çû:
"Digel van hemû rastiyên eşkere, Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê bi awayê 'dizê zîrek' hewl dide ku reqamên operasyonên asîmanî yên li ser axa Sûriyeyê mîna reqamên binpêkirina sînoran nîşan bide, ev jî nîşaneya ecziyeta wan e. Ez careke din eşkere û zelal destnîşan dikim, firokeya ku hatiye xistin, sînorê me yê asîmanî binpê kiriye. Ya ku divê Rûsya bike, gelekî hêsan e; dê di mijara firokeya ku hat xistin da xeletiya pîlotên xwe qebûl bike û dê digel Tirkiyeya ku cîran û hevkarê wê ye li ser pirsgirêkê hûr bibe; li Sûriyeyê avakirina aştiyê û dijî terorê helwesta hevpar."