13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku yek ji bajarên herî girîng ê başûrê rojhilatê Anadoluyê ye, di nava 837 gundparêzan da Ezîze Sozen yekemîn û tekane gundparêza jin e. Gundparêza jin Sozen wekî hevpîşeyên xwe beşdarî operasyonan dibe û tevlî sepana dewriyeyên rê dibe.
Li rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê bi salan e gundparêz di têkoşîna dijî terorê da hevaltiya leşkeran dikin û herwiha êdî jin jî di nava refên gundparêzan da cihê xwe digirin.
Ezîze Sozena 21 salî ya ku çendek berê bavê wê yê gundparêz teqawid bû, peywira bavê xwe hilda ser milê xwe û herwiha biryar da ku welat biparêze, alîkariya hêzên ewlekariyê bike.
Sozenê perwerdeya xwe ya dijwar a ku Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê dide, kuta kir û herwiha 3 meh berê dest bi gundparêziyê kir.
Sozenê di kurtedemekê da kete nav gundparêz û leşkerên ku derdikevin operasyonê û bi zîrektiya xwe ya nîşandariyê dilê fermandar û mirovên li dora xwe xweş kir.
Ezîze Sozenê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ew hewl dide ku peywira xwe bi awayê herî baş pêk bîne.
Sozenê got ku li bajêr ew yekemîn û tekane gundparêza jin e û herwiha ew bi vê yekê serbilind e û wiha xeberda, "Bi rastî jî tiştekî pir xweş û birûmet e. Ez amade me vê alaya ku bavê min dewrî min kir, gav bi gav ber bi zîrveyê bilind bikim."
Herwisa Sozenê bal kişand ku dema ew wezîfeya xwe dike, zehmetiyê nakişîne û wiha pê da çû:
"Heya roja îro bona welat, milet û alaya xwe di tu tuştî da min zehmetî nekişand. Di kontrola ser jinan, sepanên rêyan û refeqata girtiyan da heya niha min tu zehmetî nekişand. Dema min ev unîforme li xwe kir, di serî da nêrîna xelkê cuda bû, lê paşê hêdî hêdî nêrîna wan guherî û xweziya xwe bi min tînin. Ev yek jî pir kêfa min tîne."