23 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "(Operasyona li Mûsilê) Di nav hêzên koalîsyonê de hêmanên asîmanî û bejayê hene. Di nav hêmanên asîmanî de dê Tirkiye cî bigire. Di herekateke asîmanî de dema ku hewceyî hat dîtin dê balafirên me jî beşdarî operasyonê bibin. Vir de tu dudilî tune, mutebeqat hatiye kirin. Di operasyona bejayê de jixwe niha eskerên fermî yên Iraqê, polêsên wan, hêzên pêşmergeyan rasterast cî digirin. Ji ber wê jî niha ji hêzên koalîsyonê tu hêmanên welatekî din tune. DYA piştgiriya lojîstîk dide, li paşxaneyê Amerîka jî cî digire. Lewra jî niha di herekata bejayê de rewşekî hewce dike ku em bi awayekî aktîf di nav van operasyonan de cî bigirin tune."