21 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
ANKARA
Di roja 182emîn a Operasyona Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdarên Tirkiyê li bakurê Sûriyê li dijî hedefên terorê li dar dixin da 109 hedefên rêxistina terorî DEAŞê ji beja û asman va hatin lêdan. Di encama operasyonên asmanî û guleyên topavêjan da 44 terorîst hatin kuştin.