13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Alî Avciyê derhênerê fîlma "Uyaniş"ê yê ku bi hinceta endamêtiya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) der heqê wî da lêpirsîn dan destpêkirin û Fetullah Karabîberê fîrariyê lêpirsîna Zanîngeha Yildiz Teknîkê yê ku bikarhênerê "ByLock"ê ye û lê digeriyan hatin binçavkirin.
Di çarçoya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe ji bo Alî Avciyê derhênerê fîlma "Uyaniş"ê da bi hinceta endamêtiya FETOyê biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ekînê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê operasyon birin ser mala Avci û Avci binçav kirin.
Kesekê ku li malê xwe wek Hasan Aslan da nasîn dema ku polês li malê giriyan hewl da bireve. Ekîban ev kesa derdest kirin û di lêkolînê da hat tesbîtkirin ku ev kesa Fetullah Karabîberê fîrariyê lêpirsîna Zanîngeha Yildiz Teknîkê ye û bikarhênerê "ByLock"ê ye
Derhêner Alî Avci û Fetullah Karabîberê ku Dadgeha Cezayê Giran a 25an ya Stenbolê der heqê wî da biryara derdestkirinê dabû hatin binçavkirin.