20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
BATMAN
Serdozgeriya Komarê ya Batmanê ji bo beşdarî cinazeyê Devran Baysalê terorîstê PKKyî yê bi nasnavê "Simko Kerboran" ku li Hekariyê hatibû kuştin bûn der barê Parlamenterên HDPyê yên Batmanê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryakî da lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyan cinazeyê Devran Baysalê bi nasnavê "Simko Kerboran" ku 8ê Tîrmehê li Hekariyê di operasyonê da hatibû kuştin anîn Batmanê.
Cinazeyê endamê PKKyê li Goristana Esrî hat definkirin û Parlamenterên HDPyê yên Batmanê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryakî jî beşdar bûn.
Hat tesbîtkirin Tiryakiyê parlamenterê HDPyê darbestê terorîstê PKKyî hildigire.
Serdozgeriya Komarê ya Batmanê ji bo beşdarî cinazeyê Devran Baysal bûn der barê Parlamenterên HDPyê yên Batmanê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryakî da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" lêpirsîn da destpêkirin.