Elif Orhan
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 23 Sibat 2018
ERZURUM
Ji ber sûca "propagandaya rêxistina terorê" darizandina Dirayet Taşdemir û Berdan Ozturkê parlementerên Agiriyê yên HDPê ên tê îdiakirin ku beşdarî cenazeya 5 terorîstên ku yek ji wan li Cizîra nevçeya Şirnexê di pevçûna bi hêzên ewlehiyê re de hat kuştin û li Tekmana navçeya Erziromê hat binaxkirin bûne dewam kir.
Bersûc Taşdemir û Ozturk beşdarî rûniştina li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Erziromê nebûn.
Ji dozgerê komarê nêrîna wî hat pirsîn û dozger xwest ku li benda bersiva nivîsa ku ji bo ku îfadeya Ozturk bi telîmatê bê sitandin ji Mehkemeya Cezaya Giran a 28emîn a Enqereyê re hat nivîsandin bisekinin, der barê Taşdemira ku digel hemû miameleyan nekarîn ku parastina wê bistînin de jî "biryara girtinê" bê derxistin.
Heyeta mehkemeyê jî di biryara navberê de biryar da ku li benda bersiva nivîsa ku der heqê Ozturk de ji mehkemeya navborî re hat nivîsandin bimînin.
Heyetê di biryara navberê de destnîşan kir ku kaxiza bangê ya der heqê Taşdemir de ya ku ji bo parastina wê û tespîtkirina delîlan hat şandin bêyî ku tu mezeretê nîşan bide nehat rûniştinê û emrê "bi zorê anîn" a ku li ser vê yekê hat derxistin ji ber ku di navnîşana xwe de nehat dîtin nekarîn ku miameleyê bikin û hat îadekirin û da ber çavan ku hemû miameleyên ûsulê bêencam man û ji bo ku parastina Taşdemirê ya ku wek bersûcê qaçax tê qebûlkirin bê sitandin der heqê wê de "biryara girtinê" bê derxistin.