Türkan Tosun
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Gulan 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê komeke çiyageran hilkişiya Çiyayê Sinbil yê ku raqima wî 3 hezar û 487 e.
4 çiyager yên ku di nav wan de Nunerê Bajêr ê Hekariyê yê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Nacî Ertunç jî heye hilkişiyan Çiyayê Sinbil.
Çiyagerên ku hilkişiyan çiyê piştî 8 saetan gihîştîn raqima 2 hezar û 900î û li wir di şikeftekê de kamp vegirtin û şeva xwe li wir derbas kirin.
Çiyager serê sibê rabûn û dest bi rêwîtiya xwe kirin.
Piştî hilkişîneke bizor û zehmet çiyager gîhîştin lûtkeya çiyê û "deftera lûtkeyê" li wir hiştin û vegeriyan.
Ertunç behsa rêwîtiya xwe ya hilkişandina çiyê kir û wiha axivî: "Em saet û nîvekî li lûtkeyê man, ewr wisa zû diçûn ku me bi metel temaşe kir."
Çiyager Alî Îşkem jî behsa dîmena Çiyayê Sinbil kir û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê ez gelek caran hilkişiyam çiyayayan, lê ya herî baş a li vir bû. Çiyayê Sinbil çiyayekî wisa ye ku hemtayê wê tune. Ez bi barê kampê ra cara ewil 1600 mêtro bi tîkane hilkişiyam. Çiyagerên profesyonel çiyayên wiha bi zehmet dixwazin. Hekarî ji ber ku cihekî çiyayî ye divê di çiyageriyê de di rêza yekem de cih bigre."