Elif Orhan
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
ANKARA
Hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bi dawî bû.
Erdogan piştî civîna nirxandina der barê pêvejoya derbasbûna Pergala Hikûmeta Serokomariyê ya ku duh li Stenbolê beşdar bû îro Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî li Kuliyeya Serokomariyê qebûl kir.
Qebûla ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin 40 deqîqe dewam kir.
Di qebûlê de Serokwezîr Bînalî Yildirim jî amade bû û arîkarên Serokê Giştî yê MHPyê Semîh Yalçin, Celal Adan û Mustafa Kalayci jî li gel Bahçelî bûn.