17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Borse Stenbolê endeksê BIST 100ê, ji sedî 0,74 bilind bû û ji ser 90.731,33 pûanî dest bi hefteyê kir.
Di vebûnê da endeksê BIST 100ê 667,63 pûan bilind bû, endeksê bankgeriyê ji sedî 0,75, endeksê holdîngê jî ji sedî 0,69 zêde bû. Endeksên hemû sektoran zêde bûn û herwiha ya ku herî zêde da qazanckirin elektrîk e ku rêjeya wê jî ji sedî 1,82 ye.
Roja înê li Borse Stenbolê endeksê BIST 100ê piştî danê nîvro piçekî bilind bû, li gorî girtina herî dawîn ji sedî 0,21 zêde bû herwiha ji ser 90.063,69 pûanî roj girt.
Piştî ku duhê di dengdayîna gel da li gorî encamên nefermî "erê" derket, analîst jî destnîşan dikin ku ev yek bû wesîleya bihêzbûna heyînên TLyê û qelsbûna kûrên dovîzê.