05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der barê 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî da bona Tuncay Opçîn, Emre Uslu û Osman Ozsoy biryara desteserkirinê hat derxistin.
Tê îdiakirin ku berşikan beriya hewldana derbeyê ji ser medyaya dîtbarî û civakî, ji derbeyê re zemîn amade kirin û daxuyanî belav kirin ku piştî derbeyê bira tu kes li hember dernekeve. Ji ber van îdiayan Serdozgeriyê ji ber sûcê "hewldana jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û astengkirina şixulên wê" bona kesên navborî biryara desteserkirinê derxist.
Can Tuncay ku dozgerekî Buroya Teror û Sûcên Organîze ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ye, lêpirsîna hewldana derbeya FETO dimeşîne. Di vê lêpirsînê da pêşveçûneke nû qewimî.
Dozgeriya ku lêpirsînê dimeşîne ji ber sûcê "hewldana jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyê û astengkirina şixulên wê" taleb kir ku bona Tuncay Opçîn, Emre Uslu û Osman Ozsoy ku eşkere bû fîrarî ne da biryara desteserkirinê were derxistin.
Dadgeriya Sulh û Cezayê ya 2yemîn a Stenbolê taleb nirxand û ji ber sûcê "hewldana jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û astengkirina şixulên wê", bona Tuncay Opçîn, Emre Uslu û Osman Ozsoy hukmê desteserkirinê da.