21 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Îhsan T.yê xebatkarê TUBÎTAKê yê berê yê hat tespîtkirin ku amadekarê bernameya ByLocka sepandina peywendiya bişîfre ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) ye ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" ji aliyê dadgeriyê ve hat girtin.
Miameleyên Îhsan T.yê ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê ji dozgwrên Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Mehmet şenay ve der heqê bernameya ByLockê ve tê kirin de bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin hat temamkirin.
Dadgeriya Cezaya Silhê ya 9emîn a Stenbolê biryar da ku Îhsan T. ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" bê girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku der heqê ByLockê de tê kirin de amadekarê bernameyê Îhsan T. hatibû binçavkirin. Piştî ku miameleyên wî yên li ewlehiyê hatin temamkirin gumanbar anîbûn Qesra Edaletê ta Stenbolê û piştî jêpirsîna dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgeriya nobedar kiribûn.
- Li TUBÎTAKê "Abêyê" rêxistinê
Hat ragihandin ku gumanbar li TUBÎTAKê wekî lêkolînerê pispor xebitiye pişt re lwekî doçentê arîkar tayînê Zanîngeha Marmarayê bûye û piştî teşebûsa derbeyê ya FETO ji peywira xwe ya wir jî hatiye dûrxistin.
Hat diyarkirin ku gumanbar di peywira xwe ya li TUBÎTAKê de di mijara krîptolojiyê de xwediyê qabiliyetên taybet e û di peywireke payebilind de bûye û di vê mijarê de di gelek projeyên wekî raza dewletê de xebitiye.
Dan zanîn ku gumanbar li kargehê "abêtiya sohbetê" ya FETO kiriye, der heqê xebatkarên li TUBÎTAKê de agahî berhev kirine, bi Şerîf Alî Tekalan, Hayrettîn Bahşî û Yahya Serînê ku ji FETOyê firarî ne re maye.