Abdullah Tel
29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
KOCAELÎ
Li Korfeza navçeya Îzmitê (Kocaelî) agir bi tankêra LPGyê ket û ji bo vemirandina agir xebat didomin.
Li gor agahiyên hatin hildan di behrê da nêzî Kendava Îzmitê agir bi tankêra tijî LPG bû ket.
Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujiyê û ewlehiya peravê dest bi xebatên vemirandina agir kirin.

Serokê Şaredariya Bajaraê Mezin a Kocaeliyê Îbrahîm Karaosmanoglu jî li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand ku tiştek bi kesî nebûye û wiha pê da çû: "2-3 personelê tirsiyabûn xwe avêtine behrê. Hevalên me ew ji wir hildan. Niha tiştek bi kesî nehatiye."