20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
MINBÎC/İSTANBUL
Gelê gundê Tukarê ya li bakurê Minbîcê ya ku YPG/PKKya rêxistina terorê xistiye 2 perçeyan li bendê ye leşkerên Tirkiyeyê navçeyê ji terorê paqij bikin.
Gundê Tukarê li bakurê Minbîcê û rexê Çemê Sacuyê ye û bi Herekata Mertalê Feratê va ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû xilaskirin.
Lêbelê başûrê gund bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hat dagirkirin. Taxên li bakurê gund jî di kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê piştgiryê dide da ye.
Tukar 16 kîlomêtre li dûrî Minbîcê ye.
Ji ber ku rêxistina terorê bi dagiriyê gund xistiye 2 qetan gelê gund nikarin eqrebeyên xwe bibînin û cotkariyê bikin.
Îbrahîm Mihemed Mîlayê mixtarê Tukarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber rêxistina terorê ji birayê xwe qetiya ye.
Mîla wiha got: "PKK hat û gundê me xiste 2 qetan. Qismek di kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê da ye, qismek jî kontrola PKKyê da ye. Dema dixwazim birayê xwe yê li heman gundî ziyaret bikim ji min nasnameyê dixwazin, kontrol dikin."
Mîlayê mixdar destnîşan kir ku gelek eraziyên gund li başûrê Çemê Sacuyê ne û wiha pê da çû: "Hûn jî dibînin ku Çemê Sacuyê me ji hev diqetîne. Piraniya eraziyê me li wî aliyê çêm in û em nikarin herin zeviyan."