İbrahim Atmaca
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
HATAY
Vegera Sûriyeyiyên ku seba Eyda Qurbanê çûn welatê xwe dewam dike.
Malbatên Sûriyeyî ji Îdliba Sûriyeyê û deverên wê yên çiyayî hatin ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê û piştî kar û baran dikevin Tirkiyeyê.
Ji 83 hezar Sûriyeyiyên ku Eyda Qurbanê li welatê xwe derbas kirin jê 71 hezar kes vegeriyan Tirkiyeyê.
Di vê navberê da vegera hin Sûriyeyiyên ku ji şerê navxweyî yê welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê jî ber bi herêmên ewledar va dewam dike.