22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
ANKARA
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji ber ku heqaretê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dike, civakê ji hev cuda dike û pesnê rêxistinên terorê dide biryar da ku weşanên Yol TVyê bên sekinandin.
Li gor agahiya rayedarên RTUKê, lijneya bilind duh di civînê de biryar da ku weşanên Yol TVyê ji ber ku heqaretê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dike, civakê ji hev cuda dike û pesnê rêxistinên terorê dide li gor madeya 29emîn a Qanûna ku hejmara wê 6112 e bên sekinandin.
Ji bilî vê RTUKê ji ber ku di fîlmekê de gotinên nirxên manewî biçûk dibîne hene li gor madeya 8emîn a Qanûna ku hejmara wê 6112 e ceza da Beyaz TVyê jî.
- RTUKê ji bo 12 kanalan 102 ceza da
RTUKê gelek qenalên ku bernameyan de karê standin û firotinê tê kirin ciza kirin. RTUKê di vê çarçoveyê kanala Smart TV Market, Kanal S, Maksim TV, Yek TV, Dogu TV, Sihhat TV, Kanal C, Ort Osmaniyem, 365 TV, Nurs TV, MGC TV, Anadolu Yurdum TV û Medya TV ciza kirin.