17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ANKARA
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan: "Projeyên me dewam dikin. Em dixwazin hemû projeyên xwe yên mezin di wextê wan da heta zûtir biqedînin, temam bikin. Bi saya vê Tirkiyeya ku mezin dibe wê bigihêje armancên xwe yên 2023yan û yên ku di peyra tên."
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan der barê bihayê ku ji bo Pireya Yavuz Sultan Selim tê sitendin da wiha got: "Proje navneteweyî ye û loma jî dema derket îhaleyê li ser dolar da çêbû. Di 1ê rêbendanê da wê dolar esas were girtin û veguhere lireyê Tirkiyeyê. Gelê me li gor dolar derbas nabe, tenê li gor dolar tê hesabkirin. Vê gavê tirimbêl bi 9 lire û 90 qurişan û kamyon jî bi 21 lire û 39 qurişan dikarin derbas bibin. Ev heya dawiyê salê wê eynî be. Gara Haydarpaşayê bi tirênên bilez wê xizmetê bide gelê Stenbolê û welatê me."