Fatih Gazioğlu
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Nuray Hafîftaşa stranbêja Musîka Gel a Tirk ya ku 54 salî mir. Hafîftaş, ev demek bû ji ber pençeşêrê dihat dermankirin.
Li gor agahiyan, hunermend Hafîftaş piştî emeliyata rûviya stûr bûbû ev demek bû li Navenda Pençeşêrê ya Emsey Hospîtalê tedawî dibû. Hafîftaş îro serê sibê li nexweşxaneyê mir.
Nuray Hafîftaş 8ê tebaxê di sala 1964an de li Çildira navçeya Erdexanê hat dinyayê.
Hafîftaşê li Konserwatura Dewletê ya Zanîngeha Teknîk a Stenbolê xilas kiribû û 4 sal li Lijneya Îcraya Konservatura Şaredariya Stenbolê bi kadro xebitîbû. Hunermendê di heman salan de demekê li Radyoya Stenbolê wekî 'hunermanda bipeyman' xebitîbû.
Nuray Hafîftaşê gelek album derxistibûn û ji 100î zêdetir gotin û beste nivîsandibûn.