28 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
VAN
Li Ercîşa navçeya Wanê di êrişa mensûbên PKKya rêxistina terorî kirin da gundparêzek şehîd ket û 3 gundparêz jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan mensûbên rêxistina terorî li dorbera gundê Dolucayê êriş birin ser gundparêzan û di bûyerê da gundparêzek şehîd ket 3 hevalên wî jî birîndar bûn.
Gundparêzên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Ercîşê.
Operasyona ji bo qefaltin û berterefkirina terorîstan jî li herêmê didome.