İbrahim Atmaca
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Fenerbahçeyê di hefteya 10emîn a Lîga Spor Toto Superê da MKE Ankaragucu kir mêvan û 3-1 têk çû.
Pêşbirk di Stada Ulkerê da hat lîstin. Gola nîvê ewil ji MKE Ankaragucuyê Ricardo Faty di deqîqeya 35em da avêt û nîvê ewil 1-0 kuta bû. Di nîvê duyem da ji MKE Ankaragucuyê Erdem Ozgenç di deqîqeya 74em da bi penaltiyê golek avêt, El Kabîr jî di deqîqeya 77em da golek avêt û rewş kir 3-0.
Fenerbahçeyê di deqîqeya 89em da bi gola Michael Frey skor kir 3-1 û ji pêşbirkê tu puan qezenc nekir.
Fenerbahçe ev 4 hefte ser hev in ku di Lîga Spor Toto Superê da qezenc nake û puanê wê di 9ê da maye. Heke Çaykur Rîzespor sibê li hemberî Beşîktaşê puan qezenc bike, Fenerbahçe dikeve rêza 16em ku tîm di vê rêzê berjêrtir ji komê dikevin.