14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
TBMM
Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan li TBMMyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn di siyasetê de qeyranekî mezin û bûhran diqewime, li ber cudabûneke mezin e.
Tan îdia kir ku birêvebirên AK Partiyê şûna ku cudabûn, berberî û rageşiyê ji holê rakin, lihevkirina civakî pêk bînin bi zimanekî ku pevçûnê zêde dike û siyaseta xwe rageşiyê zêde dikin û ew bi xwe dibin sedema berberiyê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Partiyên siyasî yên kurdan hemû bi hev re, aliyên kurdan û siyasetmedar li ber rêya cudabûnê ne. Di navbera şîdet, pevçûn û şerê tevde û siyaseta meşrû de divê tercîhekî nihaî bikin. Çareserî divê siyasetekî ku armaca wê ew e ku hemû cudahiyên etnîk, dînî, mezhebî, çînî û îdeolojîk bi hev re bide jiyan, siyasetekî aştiyane, legal û ya ku wesayet tune be. Ango divê çek rawestin û projeyên siyasî derxînin holê û bê axaftin."
Tan parast ku banga "avakirina bloka demokrasiyê" ya ku hin rewşenbîr di van rojên dawîn de dikin, wisa girîng e ku heyatî ye û xwest ku bersiva bangan bê dayîn. Tan qal kir ku mixatabê nirxandinên spekulatîf ên der heqê daxuyaniyên xwe de nîne û got ku "Wekî ku min berê niha dikir ez ê ji niha pê ve jî xebatên xwe yên siyasî, îstişare û teşebûsên xwe berdewam bikim."
"Nexwe wî jî riya xwe diyar kiriye"
Tan bersiva pirsên rojnamevanan a wekî "Şîroveyên wekî hûn dê partiyeke nû ava bikin hatin kirin. Gelo tiştek wiha heye?" bersivand û diyar kir ku daxuyaniyên wî diyar in û wiha axivî: "Tişta ku min di hevpeyvînê de got ew e ku teqez hewcedariya Tirkiyeyê bi bloka demokrasiyê heye. Ji bilî vê tu tişt ji devê min derneketiye. Îro li parlementoyê siyaset xitimiye. Divê siyaseta kurdan tercîhek bike. Gelo têkoşîneke legal a demokratîk an jî şerê çekdarî ya tevde û stratejiyeke ku dê li welêt şerê navxweyî derxîne? Di vê mijarê de divê hemû siyaseta kurd a li çiyê û deştê zelal bibe."
Ji Tan pirsîn ka gelo dê ji partiya xwe veqete yan na, Tan li ser vê yekê got ku dê xebatên xwe yên siyasî berdewam bike.
Daxuyaniya Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê ya wekî "HDP li ber cudabûnê ye bila qusûrê nenêrin ew bi xwe li ber cudabûnê ne" hat bibîrxistin. Tan li ser vê yekê got ku "Helwesta min, gotinên min û tiştên ku ez dixwazim bikim gelekî eşkere ne. Heke hevalekî me gotibe ku 'Em li ber cudabûnekî nînin. Ya li ber cudabûnê Altan Beg e." nexwe wî hevalê me jî riya xwe diyar kiriye."
Tan li ser pirsa "Gelo ji aliyê exlaqî ve çiqas rast e ku hûn li partiyekî ku hûn fikrên wan parve nakin de siyaseta xwe berdewam bikin?" got ku "Bêexlaqî ye ku di partiyekî ku fikrê wê parve nakî û wan xelet dibinî de rûnê bêdeng rûnê û berdewam bikî."