Sevim Hatun
07 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Malbatên şehîdan, gazî û xizmên gaziyan piştî bernameya şîvê ya ku bi tevkariya Serokomarî, Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ya Stenbolê û Şaredariya Eyupê li Navenda Fûar Kongre û Çandê ya Navneteweyî ya Fesaneyê hat kirin, bi ferîbotan birin qada mitîngê ya Yenîkapiyê.
Serokê Bajêr yê AK Partiyê Selîm Temûrcî û Şaredarê Eyupê Remzî Aydin li Navenda Fûar Kongre û Çandê ya Navneteweyî ya Fesaneyê malbatên welatiyên şehîd, gazî û eqrebayên wan pêşwazî kirin.
Temûrcî li vir axivî got ku di 15ê tîrmehê teşebûsa derbeyê da hat tespîtkirin ku tu kes nikare li hemberî vê miletê bisekine.
Piştî şîvê li malbatan diyarî hatin belavkirin û malbatan bi ferîbotan birin qada mitîngê ya Yenîkapiyê.