İbrahim Atmaca
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Benfîcaya ku di Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Portekîzê da dileyîze, forvet Facundo Ferreyrayê Arjantînî transfer kir.
Li gor daxuyaniya ku ji kulûbê hat dayîn, kontrata Ferreyrayê 27 salî bi Shakhtar Donetskeya tîma Ukraynayê ra qediya û wan pê ra seba 4 salan peyman îmze kir.
Ferreyra piştî ku li welatê xwe di tîmên Banfield û Velez Sarsfieldê da leyîst, di 2013an da transferî Shakhtar Donetskê bûbû.
Ferreyra sezona çûyî di Shakhtar Donetskê da derketibû 42 pêşbirkan û 30 gol avêtibûn.