ANKARA
Dema 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da rêxistina îstixbarata taybet a DYAyê Stratforê 3 carî lokasyona balafira Serokomar Recep Tayyîp Erdogan parve kir û bi vê kiryarê bal kişand ser xwe. Stratfor bi awayê avabûna xwe, bi rêbazên xwe yên xebatê û bi raporên xwe yên ku berhemên îstixbarata taybet in va di raya giştî ya dinê da tê nîqaşkirin.
Stratfor navenda wê li Teksasê û avakarê wê jî George Friedman e. Stratfor herçiqas di mijarên mîna aborî, polîtîkaya derva û ewlekariyê da analîzan amade bike jî, lê li gelek welatan digel dezgehên îstixbaratê û "sîxur"an dixebite. Ev jî dibe sedema hin pirsan.
Stratforê di deqîqeyên krîtîk ên 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETO da Serokomar Erdogan kir hedefa xwe û lokasyona wî parve kir ku dikaribû bi kêrî derbekaran were.
Parvekirinên Stratforê di şeva hewldana derbeya FETO da bi awayekî derasayî zêde bibûn.
Stratforê şeva hewldana derbeya FETO, 3 carî der heqê ciyê balafira Erdogan a ku ber bi Stenbolê difiriya, tweet avêtin. Herwisa di heman deqîqeyan da derbekar jî seba sûîqesdê li pey Erdogan bûn.
Stratforê di parvekirina ewil da balafira Serokomar Erdogan li ser Behra Marmarayê îfşa kir. Di tweeta duyemîn da destnîşan kir ku balafir nêzîkî Stenbolê dibe û li ber "danîn"ê ye.
Stratforê di tweeta xwe ya dawîn da jî danîna balafirê piştrast kir û ciyê Balafirgeha Ataturk jî tê parvekirinê da destnîşan kir.
Rayedarên Stratforê yên ku ji pirsên AAyê revîn, sedema van parvekirinên xwe yên di heyama krîtîk a hewldana derbeyê da bi têkûzî îzah nekirin.
Stratforê şeva hewla derbeyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nûçeya derew a Amerîkan MSNBCê ku gotibû Erdogan "Ji Almanyayê xwestiye ku xwe bispêrê" jî parve kir û rastî bertekan hat.
Stratforê ew şev Erdogan wek hedef da nîşan, rojêkê pişt ra di 16ê tîrmehê da li ser hesabê xwe yê Twîtterê profîleke ku der heqê Erdogan da rastiyan nabêje, parve kir.
Di profîlê da hat gotin ku Erdogan di sala 1999an da "artêşê ew avêt hebsê". Stratforê wek sedema mehkûmiyeta Erdogan îdiaya "bi şidetê nefreta dîn an jî nijadê teşwîq kir" da nîşan.
Di profîlê da hat gotin ku Erdogan di salên 2000î da "ji bo ku hêza artêşê qels bike, xebitiye" û îma kir ku Serokomar ji berê va rikê wî ji artêşê tê û peyameke wisa da şopîneran ku sedema derbê ev e.
Piştî ku şopîneran bertek da nîşanî van daxuyaniyên ku rê dide ber raya giştî ya navneteweyî, saziyê gotinên xwe jê bir.
Ev cara ewil nîne
Di hewla derbê da bi gotinên li ser medyaya civakî va hedefnîşandana serokê welatekî her çend skandal be jî, ev ji bo Stratforê tiştekî normal e.
Fred Burtonê Seranalîstê Ewlehiyê yê saziyê ji analîstekî ra e-posta şandibû û gotinên ji bo Serokê Dewleta Venezuelayê yê berê Hugo Chavez di raya giştî da bibû sedema bertekan.
Burton di e-postaya xwe da wiha gotibû: "Me wextekî jê ra (Hugo Chavez) 'qezaya' firokeyê plan dikir."
Li gor hinekan Stratfor wek "Sîha CIAyê" ye, li gor hinekan jî Stratfor wek kovara hefteyane ya aborî-fînansê ya "The Economistê ye, lê hefteyek piştî The Economistê dinivîse û 4-5 qatan jê bihatir e", alîgirên Stratforê di medyaya Amerîkayê da ne kêm in.
Tê zanîn ku saziyên wek CNN, Bloomberg, AP, Reuters û The New York Times nûçeyên ku dibêjin "ji çavkaniyên ewle hatiye girtin" ji Stratforê digirin.
Lê li ser ewlebûna îstixbarat û agahiyên Stratforê guman heye û nayê zanîn ku bi kîjan armancê belav dike.
- Wikileaksê eşkere kir
Wikileaksê di sala 2012an da peyamên di navbera Stratforê da weşand û mekanîzmaya nav saziyê derket holê.
Wikileaksê eşkere kir ku Stratfor analîzên xwe yên ku îdia dike ji çavkaniyên eşkere digire, li çar aliyên dinyayê bi saya "sîxur"ên xwe peyda dike.
Li gor belgeyên Wikileaksê Stratfor ji bo analîzên xwe yên li Rojhilata Navîn mehane 6 hezar dolar daye kesekî ku di nav artêşa Libnanê da ye.
Nayên zanîn ku li dewletên din jî xebatên Stratforê yên bi vî rengî hene yan na.
- Wek "saziyeke veşartî" ta CIAyê tê zanîn
Stratfor Teksasa eyaleta DYAyê li paytex Austinê tê îdarekirin.
Stratfor di sala 1996an da bi destê George Friedmanê analîst û pisporê siyasetê tê avakirin.
Stratfora ku di mijarên aborî, vejen, polîtîkaya derva û ewlehiyê da xebatên kurewî dike û xwe wiha bi nav dike, li tevahiya dinyayê der barê 175 dewletan da analîzan pêşkêş dike.
Stratfor xizmetên onlîne û şêwrê dide û analîzên xwe bi peretî difiroşe û bi saya sponsoran xwe fînanse dike û ev jî wê ji saziyên fikr û raman cihê dike.
Di belgeyên Wikileaksê da derketibû holê ku Stratfor analîzên îdia dike ji çavkaniyên eşkere wergirtiye, li ciyên cuda yên dinyayê bi saya "sîxur"ên xwe yên ku zimanên din û îngilizî dizanin, dide nivîsandin.
Ji ber vê ye ku di medyayê da eleqeyeke mezin nîşanî rapor û analîzên jeopolîtîkê yên ku rêya polîtîkaya DYAyê rayê didin a Stratfora ku wek siya CIAyê tê nasandin didin.
Li gelek welatên dinyayê mişteriyên taybet ên saziyê hene, li DYAyê mişteriyên wan ên herî mezin jî Wezareta Karên Derva, Pentagon, Serokatiya Îstixbaratê, Wezareta Ewlekariya Navxweyî û Lockheed Martîn, Northrop Grumman û Raytheon a saziyên çêkirina teyareyan hene.
Di mijara îstixbaratê da paşeroja xebatkarên saziyê balê dikişîne.
Siyasetmedar George Frîedmanê damezrênerê Stratforê bi nasnameya mihefezekerên teze (neo-con), alîgirê Îsraîlê û dijminê Îslamê tê zanîn.
Frîedmanê zarokê malbateke cihu ya ji Macaristanê di piçûktiya xwe da hatiye DYAyê û bi pisporêya li ser teknolojiya leşkerî, teknîka şer û îstixbaratê tê zanîn.
Di sala 2015n da dena ku Frîedman ji Stratforê veqetiya Davîd Sîkora anîn ser saziyê. Sîkora ji Dîgby ku bazirganiya mobîl a firotina têlefonan dikir veqetiya û derbasî serê Stratforê bû.
Sîkora di demeke kin da Digby xiste şirketeke mezin lê belê di mijarên îstixbarat û teknolojiyên şer da pispor nîne, tê îdiakirin ku ji bo îstixbarata dinyaya dijîtal bi dest bixe û bide Stratforê anîne serê saziyê.
Sîkora ser şebeqê di saet 08.00an da dest bi kar dike û di saet 18.00an da ji kar derdikeve. Sîkora bavê 3 qîzan e.
Di mijara îstixbaratê da paşeroja xebatkarên saziyê yên payebilind balê dikişîne.
Wek mînak, Jon Satherê ku 25 sal e di nav ekîba ku operasyonên li dinyayê ya CIAyê da dixebitî di mijdara 2015an da wek berpirsiyarê îstixbaratê yê payebilind di Stratforê da hildan kar.
Alîkarê serokê berpirsyarê îstixbaratê ya Stratforê Bret Boyd jî berê di Fermandariya Hêzên Taybet a DYAyê de xebitiye.
Boyd dema di artêşa DYAyê de bû di operasyonên Iraqê de wezîfe kir.
Midûrê Weşana Giştî ya Stratforê Davîd Judson jî li Tirkiyeyê 8 salan xebitiye.
Judson wek kordînatorê giştî yê rojnameya Referansê û rêvebirê weşana Hurriyet Daîly Newsê xebitî.
Seranalîstê terorê û ewlehiyê ya Stratforê Scott Stewart jî beriya ku li Stratforê bixebite, li Wezareta Karên Derva yê DYAyê de 10 sal wek sixurê taybet xebitî. Stewart li ser mijarên komên terorîst, taktîkên wan û îstixbarata pêşîbirînê pispor e.
Nayê zanîn ku li Stratforê çiqas pisporên îstixbaratê û sixurên CIAyê yên berê dixebitin. Sazî li gelek welatan bi îstixbaratê û kesên ji îstixbaratê ve dixebite, ev jî pirsan tîne hişê mirov.
- "Stratfor baxçeya pişt a CIAyê ye"
Hîndekarê Zanîngeha Yildirim Beyazitê Prof. Dr. Bîrol Akgun pirsên nûçegihanê AAyê bersivand û got ku Stratford herçiqas wek saziyeke şefaf xuya bike jî, saziyeke Amerîkayê ya ku nayê zanîn kî li pişta wê heye.
Akgun got ku di şeva li Tirkiyeyê hewldana derbeyê hat kirin da saziya wek "Rêxistina dizî ya CIAyê" saet bi saet agahiyên der barê balafira Serokomar Erdogan ku saziyên îstixbaratê yên li Tirkiyeyê jî pê nizanibûn weşand û wiha dewam kir:" Ev jî nîşan dide ku haya wan ji amadehiyên hewldana derbeyê heye. Tiştê ku li vê derê hat xwestin wisa guman dikim ku wan dixwest li Tirkiyeyê derbe biçe serî. Wê şevê agahiyên ku parve kirin saziyên îstixbaratê yên li Tirkiyeyê jî pê nizanibûn û ev yek jî nîşan dide ku xwestine rê nîşanî derbekerên Tirkiyeyê bikin. Ji demên berê da tê zanîn ku Stratfor sazî û rêxistina dizî ya CIAyê ya ne fermî ye."
Agahiyên ku ji ser saziya Stratforê hatin parvekirin li gor Akgun karê saziyeke serbixwe nîne û îhtimal tuneye ku vê saziyê ew agahî bi tena ser ê xwe berhev kiribe û ev yek jî nîşan dide ku têkiliya wê bi CIAyê heye û xeberdana xwe wiha domand: "Bi şev saet piştî 02.00î dest bi weşandina nûçe û agahiyên ku derbe wê bi ser nekeve kir. Ji serê ser da têkiliya wan û derbekerên li Tirkiyeyê ne hebû û têkiliya şaxên saziyên îstixbaratê yên Amerîkayê jî hebû. Wan nûçegihanî nedikir, alîgiriyê dikirin. Bi cih nîşandana balafira ku Serokomar tê da bû va hema bêje rê nîşanî derbekeran da."
Akgun got ku heke rewşeke wiha li Amerîkayê pêk bihata wan ne cih û ne jî pozîsyona serokê DYAyê eşkere nedikirin û heke bizanibûna jî wê yekê nakin.
Akgun got: "Ev saziyên ku îstixbaratê ji bo bidestxistina agahiyan, bêyî guman pere xerc dikin. Însanan jî bi kar tînin. Li Tirkiyeyê nava kî bi Serokomar Erdogan ra nexweş be, pirsgirêkên kî bi siyasetê ra hebin, wan bi kar tînin. Lewra mirovên wiha ji bo wan wek çavkanî ne. Ji taybetmendiyên FETOyê yek jî ev e: îstixbaratê dide qada navneteweyî û vê îstixbaratê wekî hêza bazarkirinê bi kar tîne."
-Ji bo qefaltina Erdogan hewl dan
Ji Zanîngeha Marmarayê Doç. Dr. Ahmet Uysal jî derbarê agahiyên ku Stratfor li ser tora civakî par vekirin da got: "Ji bo qefaltina Serokomar Erdogan hewl dida, agahî parve nedikir, bi hişmendiya îxbarkirina cihê Serokomar agahî belav dikirin."
Uysal got ku gava ku talûkeyek çêbe, kes ranabe agahiyên der barê ciyê Serokê DYAyê parve nake û wiha dewam kir: "Teqez wê ev agahî nedana. Wê kes negota. Çapemeniya rojava jî wê parvekrina vê agahiya wekî îxaneta li welêt binirxanda. Lê mixabin rabûne vê wekî azadiya çapemeniyê nîşan didin. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku ev agahî bi qesdî hatine parvekirin."
news_share_descriptionsubscription_contact
