Nevzat Umut Uzel
01 Îlon 2026•Rojanekirin: 01 Îlon 2026
Her çend zexta hişkesaliyê li hewza Gola Wanê ji ber bandorên zêdebûna germahiyê û buxarbûna zêde ya ji ber germbûna gerdûnî berdewam dike jî, barana zêde ya îsal têrê nekir ku rê li ber kêmbûna avê di golê da bigire.
Li Hewza Gola Wanê, bilindbûna pileya germahiyê, pêlên germahiyê yên pirtir û zêdebûna buxarbûnê di salên dawî da bandorek neyînî li ser çavkaniyên avê yên herêmê dike.
Tevî ku îsal di miqdara baranê da zêdebûneke giring çêbû û beşeke mezin a wê wekî berfê barî jî, tê diyarkirin ku bandora guherîna avhewayê ya demdirêj li ser hewzeyê berdewam e.
Endamê Beşê Erdnîgariyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Wan Yüzüncü Yılê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku li Hewzeya Gola Wanê di serî da germahî, baran û hilmbûn di şert û mercên avhewayê da guherînên giring çêdibin.
Alaeddinoglu diyar kir ku li ser bandora germbûna gerdûnî pêlên hewaya germ jî zêde bûne û axaftina xwe wiha domand:
"Gava em li daneyên hewzeyê yên 20-25 salan ên derbarê baranê da dinêrin; germahî zêde dibe, tundiya buxarbûnê gelekî bilind e û baran jî kêm dibe. Gol wê beşeke qadê ji dest bide. Tevî ku ne gelekî diyar be jî bi taybetî peravên kêmav, wate ew beşên peravê yên ku çem tevlî golê dibin, materyal têne veguhastin û tijekirin, em ê wan wekî erdê bibînin. Em ê bibin şahidê vê yekê. Em nikarin ji vê birevin."