Aykut Yılmaz
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş, Wekîla Serokê TBMMyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Şanliurfayê Mîthat Sancar qebûl kir.
Li ser hesabê TBMMyê yê medyaya civakî der heqê hevdîtinê da parvekirin hat kirin û hat ragihandin ku Serokê TBMMyê Kurtulmuş li meqamê xwe Buldan û Sancar ezimandin.
Di parvekirinê da wiha hat gotin:
"Xebatên heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê, hevdîtinên bi partiyên siyasî ra û qonaxa dawîn a pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê da ji xeynî van, verastkirinên di rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da destnîşankirî û mijarên biwarê kutakirina bi awayekî serkeftî ya pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' hatin nirxandin. Di hevdîtinê da hat balkişandin ku heta niha di çarçoveya pêvajoyê da pêşveçûn û serkeftinên giring hatin pêkanîn û di çarçoveya berpirsiyariyên ku saziya siyasetê hilda ser milê xwe da encamên giring û bi qîmet hatin bidestxistin. Her wiha giringiya wê yekê jî hat îfadekirin, ji bo ku pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' bi serkeftî kuta bibe, divê li parlamentoyê xebatên pêwîst bên kirin û verastkirin bên cîbicîkirin."