Koray Taşdemir
27 Nîsan 2026•Rojanekirin: 27 Nîsan 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê peywendiyek bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra encam da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, Erdogan di peywendiyê da ji Serokê Amerîkayê Doandl Trump ra ji ber teşebusa êrîşa dijî şîva Nûçegihanên Qesra Spî ya li Washingtonê got derbasî be.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew bûyerê wekî çalakiyeke menfûr a dijî demokrasî û azadiya çapemeniyê dibîne û ji peywirdarê ewlekariyê yê birîndar bû ra şifayê dixwaze.