Özcan Yıldırım
18 Nîsan 2026•Rojanekirin: 18 Nîsan 2026
Serokomar Recep Tayyîp bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya 2026an da ku li Navenda Kongreyê ya NESTê li Herêma Turîzmê ya Belekê tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevkarê Ragihandinê yê Global" e bi Serokê HKIyê Barzanî ra hevdîtin kir.
Hevdîtina ku li otêla Erdogan lê dimîne hat kirin da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alparslan Bayraktar jî amade bûn.
Daxuyaniya der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe da ya bi Serokê HKI Nêçîrvan Barzanî da diyar kir ku geşedanên li Geliyê Hurmuzê girîngiya curbicuriya guzergahên erza neftê derxist holê, girîngiya Rêya Pêşketinê di vê pêvajoyê da car din hat dîtin û lezandina pêvajoyên der barê projeyê da dê kêrî her kesî bê.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Erdogan û Barzanî ya ku di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya 2026an da ku li Navenda Kongreyê ya NESTê li Herêma Turîzmê ya Belekê tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevkarê Ragihandinê yê Global" e hat kirin da, daxuyanî da.
Li gor vê herdu serokan di hevdîtinê da geşedanên dawîn ên li herêmê guftûgo kirin.
Serokomar Erdogan da zanîn ku pêvajoya pevçûnê ya ku bi êrîşên nehiqûqî yên dijî Îranê dest pê kir temamiya herêmê westand, ji bo ku bi temamî dawî li şer bê û bigihêjin aştiya mayînde hewldanên Tirkiyeyê bi welatên eleqedar ra bi zêdebûn dewam dike.
Erdogan got ku senaryoyên cihêxwaz ên ku ji bo Îranê tên gotin tu kêrî tu kesî neyê û da zanîn ku du her rewşê da li Iraqê parastina sikûnetê xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku eşedanên li Geliyê Hurmuzê girîngiya curbicuriya guzergahên erza neftê derxist holê, girîngiya Rêya Pêşketinê di vê pêvajoyê da car din hat dîtin û lezandina pêvajoyên der barê projeyê da dê kêrî her kesî bê.