Ulaş Güven, Bahar Tanrıtanır
06 Gulan 2026•Rojanekirin: 06 Gulan 2026
Li Wan û Hekariyê ji bo vekirina rêyên ku berfê girtine, xebat dewam dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, pêr ji ber ketina berfê rêyên 30 tax û mezreyan hatin girtin û ji bo vekirina rêyan xebatan dest pê kir.
Di encama xebatên ku li herêma dijwar hatin kirin da ji rêyên girtî 26 rê hatin vekirin, ekîb ji bo vekirina rêya taxek û 3 mezreyan dixebitin.
- Hekarî
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî di biharê da xebatên têkoşîna berfê dewam dikin.
Ekîbên Şeftiya Şantiyeya Yuksekovayê ya li ser Îdareya Taybet a Bajêr li herêma ku qalindahiya berfê cî bi cî dertê 6 mêtreyî dixebitin ku rê vekin.
Digel şert û mercên dijwar ên erazî ekîban hema bêje di binê berfê da tunel vekir û dixebitin. Ekîb dixwazin ku di demeke kin da rê vekin.